Eziditi: Dive Mirov Rastiya We Li Ku Bıgere

189,60 TL Bu alışverişten kazancınız: 50,40 TL
2 Günde Temin

Kitap Hakkında

Ev pirtûka Ezîzê Cewo (Mamoyan) a "Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin" lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedasala 20 hildigire nava xwe. Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevanar a gelê, kurd êzdîtîyê û wê civaka netewi-bawerî da, tên nirx' anidin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye.

Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê saristanîya kevnar, ji dema padisahtiya Medyayê va û heya êzdîyên îro ravebikin. Û di vê lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê da tên ronikirin.

Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tews ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û siroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn.

Di vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî hep û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng...

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    2 / 2017
  • Yayınlanma Sayısı
  • Sayfa sayısı
    284
  • Ağırlık
    300
  • Boyutlar
    13 x 19
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786059302531
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç