Kitap Hakkında

Alan Pîrê, serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane, tijî henek, vegotineke herikbar û helbestane hûna ye, bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal.

Ji ber ku wê çaxê bazareke navendî ya aborîyê hîn ava nebûbû û serdem serdema derebegiyan bû, Kum Soro û jina xwe li hev dikin, ku Kum Soro çêleka malê daxe bazara bajêr bifroşe û bi buhayê wê xwarin û vexwarin û kelûpelên malê û pêdivîyên jiyanê bikirre bîne.

Di nava hûrgiliyên tevna vê serpêhatîyê de em ê bibînin bê çawa Kum Soro bi hevsarê çêleka xwe digire û dibe, di rê de rastî mirovekî tê ku bizina wî pê re ye, çêleka xwe bi bizina wî diguhere, piştî ku herdu qonaxekê bi hev re derbas dikin, ji hev diqetin û Kum Soro pêrgî yekî din dibe û vê carê bizina xwe bi dîkê wî diguhere, û bi vî rengî berdewam dike, heta pevguherandina dawî êdî hew kumekî sor di destê wî de dimîne,  ew kum çawa di bîrê wer dibe û dawîya dawî

destvala vedigere mala xwe… û çîrok û serpêhatîya xwe  ji jina xwe re dibêje, jina wî lê guhdarî dike û bê ku pê re bixeyide bi ser de biqîre û bike lûbelûb hema bi tenê vê  jê re dibêje: “Mala xwedê ava be, ku tu di bîrê wer nebû, û her tiştên ku ji dest te çûn bila sidqa serê te bin.”

-Durust Îzzet

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    6 / 2018
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    48
  • Ağırlık
    48
  • Boyutlar
    14 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786059017787
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç