162,75 TL Bu alışverişten kazancınız: 47,25 TL
2 Günde Temin

Kitap Hakkında

Kitêba Metin Yüksel, "Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra" di nav weşanên Avestayê de derket.

Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilweşîna Sovyêtê, rewşa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkêş ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê.

"Kurdbûna me, kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Weşengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwu yên mêvanên kurd distand."

- Celîlê Celîl

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Sayfa sayısı
    208
  • Yayınlanma Tarihi
    2014
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Ağırlık
    208
  • Boyutlar
    14 x 22
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786055279653
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç