Picture of Mirze Mihemed
130,50 TL Bu alışverişten kazancınız: 19,50 TL
2 Günde Temin

Kitap Hakkında

Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e. Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed ne wek lehengekî ji rêzê ye, lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û cengan, ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên çîrokên wî da şah­banûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed jî şûr, mertal, tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina wê şah­banûyê dikeve. Gava li pey şahbanûyê diçe, li ser rêya xwe rastî gelek ajelan tê,  alîkarîya wan dike û wan ji tengasiyan xelas dike. Carina çûçikên Teyrê Sîmir ji ejderha xelas dike, carina jî birînên şêrekî derman dike, carinan şûrê xwe li ser coyekê ra dike pire û morîyan di ser ra derbasî alîyê din dike. Carinan xwedîtîyê li beqekê dike û carinan jî xwedîtîyê li kerekî dike,  an jî têjikên mar, kûçik, pisîk û mişkê ji destê zarokan xelas dike. 

 Mîrza Mihemed karakterekî xêrxwaz û qencîxwaz e. Her tim  alîkarîya mirovên ketî û ajalan dike. Ji ber vê yekê ew ajal jî tim jê ra dibin pal û pişt û alîkarên wî, ew jî bi alîkarîya wan bi hêsanî digihêje armanca xwe û şahbanûyê ji dastê dêw û ejderheyan rizgar dike, ji bilî van hemû taybetmendîyan, ew xwedî soz û qirarê xwe ye û di heman demê da ew yekî efûker e. Her çend xerabîyên giran jî lê tên kirin jî ew dîsa dijminê xwe dibexşîne.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
  • Sayfa sayısı
    108
  • Ağırlık
    108
  • Boyutlar
    16.5 x 24
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
    Türkiye
  • Cep Boy
    Hayır
  • Yayınlanma Sayısı
  • Barkod
    9786257085830
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç