Kitap Hakkında

Berhema sêbeşî ya ji Dij-gotin, Çîrokên dilêş/vegotinê û Şanoya êş/gotinê ve pêkhatî, bi feraseteke pro—femînîstî ya xwe dispêre Jîneolojîyê di serî de Eyşe Şan, Meryemxan û Leyla Qasima bi jîyînên xwe yên xwedî bûnewerîya qewîn giyanê jinên Kurd vedibêje. Çîrokên jinên Kurdan ên ji sedsala bîstemîn û sedsala bîstûyekemîn ve digel helwestên xwe yên xweser ji hemû jinên cîhanê re bûne direwşên mînak, lê ji ber bêdewletbûnê ve cihê xwe di nava ferhenga jinê ya cîhanê de negirtine.

Yaqob Tilermenî bi dijgotineke dekonstruktîvîstî, avahîsazîya çîrokên xwe bi xerakirinekê ji nû ve ava dike, li ser bîr û boçûnên ramaneke xweser datîne. Tilermenî, rastîya di çîrokên xwe de bi Kirdeya ku ti carî mafê wê yê bijartinê tuneye û digel tunebûna xwe kartêkirinên wê li her derê jîyan û civakê dide der, bi gotineke Lacanî -bi navê serziman tiştek tuneye- diguncîne û raber dike. Bi vî hawî destnîşan dike ku tiştek bi navê civakê jî tuneye.

“Gulzozanê salên bîst û pêncan li dû xwe hiştibû û pêngav avêtibû ber bi navserebûnê ve. Belê, jinên Kurd ên fetloneka salên bîstan li xwe dibuhurandin êdî weke jinên navsere tevdigerîyan. Nexwe di temenê dozde û sêzdehan de keçên naşîn diketin paxila mêran û hîna sal li xwe nedizîvirandin, pêçek li ber hembêza xwe didîtin. Gulzozanê jî keçika sêyemîn anîbû jîyanê û li ser daxwaza derdorê ji bo ku lawekî diyarî mêr û civakê bike, navber nedabû anîna zarokan… Di pizdankeke du mehî de, pizekî xwe bi betnê malzarokê girtibû û ji bo ku li wê derê mayînde bimîne, li ber xwe dida. Ji ber hindê Gulzozan ji pizdanka malzarokê bêhay bi lezgînî dimeşîya heta ku likumî û li ser xiraman ramedîya…”

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    6 / 2018
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    148
  • Ağırlık
    200
  • Boyutlar
    13 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786058140851
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç